fbpx

Monkeypox çekekê sexte yê kesên homofobîk

Monkeypox çekekê sexte yê kesên homofobîk

Goran Y.

Published on Jun 01, 2022

Share:

06/27/2022
Digel belavbûna nexweşîya xorîka meymûnan (monkeypox) li welatan, hejmareka gelek ji zanyarî û xurafat li dezgehên ragehandinê û torên civakî belavbûn, bi mebest bit yan ne ev nexweşîye bi hevregezxwazan ve girêda kû vê bangeşeyê çi binemayên zanistî nîne.
Ewa cihê serincê ye kesayetîyên sîyasî jî mil bi milên zelamên ayînî ve beşekbûn ji ve galtecarîyê, wekî serkirdeyê dîyarê îraqê muqteda sedir hemî arîşên îraqê danan rexekê û di peyamekêda ev petaye bi xorîka hevregezxwazan navkir û daxaz jêkirin kû tobe biken! di rastî da eve berdewamîya heman wî bernameye yê tarîkperist û kesên dogma bi mebest belavkirina demargîrî û berdewamîdan bi tûndûtijîyê geşê pêdiden.
ji berhindê li xarê pênc zanyarî yên xelet liser vî vayrosî dê rastve kîn:

1. Xorîka meymûnan ne vayrosekê nû ye

Ev vayrose bi dehan salan berî niha hatîye vedîtin û heta niha keftîye ber dehan vekûlînan, li dîv raporta rêkxirawa saxlemîya cîhanê, vayrosê xorîka meymûnan bû êkem car di dîrokê da li sala 1970 li Komara Demokratîk a Kongoyê di zarokekê 9 salî da hat destnîşan kirin, li wî demî pitirîya haletan li deverên gûndnişînên daristanên baranawîyên hewza kongo û rojavayê efrîqa hatibûn tomarkirin, piştî hîngê li sernaserî naverast û rojavayê efrîqa belav bû.

2. Xorîka meymûnan ne nexweşîyeka vegûhêzera sêksî (STD) ye

Xorkîka meymûnan nexweşîyeka kêm vayrosî zonotîke (vayrosek ji gîyaneweran bû mirovî dihête vegûhastin), bi rêya berkeftina rastewxwo ya xoîn û şîleya leşî û birîna pistê gîyanewerê tûşbûy bû mirovî dihête vegûhastin, mirovê asayî bi rêka berkeftina tûnd û dîrûdirêj digel mirovê tûşbûy û destlêdan û destgirtin û hembêzkirin û maçkirin û berkeftina sêksî yan bi rêya lîkê devî û birîn û pirskên pistî dihête vegûhastin, herwesa dibît bi rêya wêlaşî ji daykê eger helgirê vayrosî bit bû kûrpeley bihête vegûhastin.

3. Xorîka meymûnan bi tinê tûşî hevregezxwazan nabît

Herkesek ji her zayend û her temenekê bit û xwasta regezî çi bit, eger xwe ne parêzît egerê tûşbûnê bi wî vayrosî heye, li div bidîvdaçûnên (insider) doktor Boghuma Kabisen Titanji vayrosnas û fîzîknas piştrastkir kû xorîka meymûnan nexweşîya hevregezxwazan nîne û dibêjît li salên heştêya di sedsala borî da homofbîya bûye eger kû nexweşîya aids bi hevregezxwazan ve hat girêdan û piştî hîngê jilayê zana û şarazayan ve bi temamî derkeft kû hûsa nîne, niha jî heman dîrok bo monkeypox dûbare dibît.
Rêkxirawa saxlemîya cihanê jî di raportên xwe da berdewam amaje bi wê diket kû her berkeftineka nêzîk digel kesê helgirê vayrosî dibît bibîta egerê tûşbûnê, eve jî endamên mal û hevbeşên karî û heta karmendên saxlemîyê jî vedgirît, herwesa hûşdarî ji wê jî da kû xapandin û eybdarkirna texeka civakî renge bibît berbest li ber kontrol kirin û bi dûmahîk înana petayê.

4. Xorîka meymûnan ne cûrekê nû yê koronayê ye

Raste xorîka meymûnan nexweşîyeka xemngîne û divêt bi agehî çavdêrîya belavbûna wê bikeyn belê ev nexweşîye bi temamî cudaye ji petaya koronayê kû li sala 2019 derkeftibû û li cihanê belav bû, pispor û vekûlîn dîyar diken kû ev vayrose nexweşîya organê henasê nîne û bi berawird bi koronayê kêmtir dihête vegûhastin, pitrîya tûşbûyan bi xwe sax dibin û ew haletên kû li van dûmahîkan hatîn tomarkirin nîşanên sivik bûn û mirin ne hatîye tomarkirin.

5. xorîka meymûnan bi tinê li welatên efrîqî belav nabît

Êk ji wan bangeşeyên din kû heye ewe kû ev nexweşîye bi tinê li welatên efrîqî heye û her li wêrê belav dibit, ev bangeşeye jî ne raste. haletên tûşbûnê li welatên asîya û ewrûpî û îslamî jî hatîne tomarkirin, reng û regezî çi peywendî bi metirsîya tûşbûnê bi vê nexweşîyê ve nîne.

Liked our article? Give us your feedback by rating it.

Monkeypox çekekê sexte yê kesên homofobîk

  1. درۆزنانە خۆ کەس نەیوتووە کەسی ئاسایی تووش نابێت باسەکە ئەوەی لای ئێوە سەری هەڵداوە هەزار توێژینەوەی درۆیینەش بێنن هەر قێزەونن لەچاومان قەت قبووڵ ناکرێن ئەوە باش بزانن، دوایی بە چ پێوەرێک ناو لەوانە دەنێن تاریک پەرست و دۆگما کە لەگەڵ ئەو کارە قێزەونەی ئێوە نین؟ دە مادام لای منیش ئێوە تاریک پەرست و دۆگمان و دواکەوتوون و دژی ژیانن

Leave a Reply

Your email address will not be published.

  • Recent Posts